Nesrulah: Tirkiye û Siudiyê herêmê berve şerekî cîhanî dibin

Huzbulaha Libnanî dibêje, Tirkiye û Siudiyê dixwazin şer li Sûriyê dirêj bikin û herêmê berve şerekî cîhanî bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Huzbulaha Libnanî dibêje, Tirkiye û Siudiyê dixwazin şer li Sûriyê dirêj bikin û herêmê berve şerekî cîhanî bibin.

Serokê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrulah di gotareke telefizyonî de ragehand ku, Tirkiye û Siudiyê bi şandina hêzên bejiayî bo şerê DAIŞê li Sûriyê, buhaneyek e bo destêwedana Sûriyê bikin.

Nesrulah got jî: “Heger şer û wêrankirin li Sûriyê bi dehan salan berdewam bibe, ji Tirkiye û Siudiyê ne xem e. Lihevhatineke niştimanî û Mayîna Esed di desthilatê de, ji wan re metirsî û pirsgirêk e.”

Erebistana Siûdiyê ragehandibû ku, ewê hêzên bejayî bo şerê DAIŞê bişîne Sûriyê. Tirkiyê jî ragihand ku ew dikarin tevlî operesyoneke bejayî li Sûriyê bibin.

Herwiha Nesrulah amaje kir, ku Tirkiye û Siudiyê amade ne herêmê berve şerekî cîhanî ve dibin, lê ew ne amade ne ku çareseriyeke niştimanî li Sûriyê bê pêk were.

Hizbulaha Libnanî ji destpêka krîza Sûriyê de, bi rêjîma Sûriyê re li dijî opozîsyonê şer dike. Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî ji çend rojan de, li bakurê Helebê bipêş ketine.