Tirkiye herêmeke ewle li bakurê Sûriyê ava dike

Tirkiye herêmeke ewle li bakurê Sûriyê bi kûrahiya 10 K.M av dike. Herwiha 15 hezar leşker, tevî alavên leşkerî li ser sînorê di navbera Kilîs Ezazê de bicih kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye herêmeke ewle li bakurê Sûriyê bi kûrahiya 10 K.M av dike. Herwiha 15 hezar leşker, tevî alavên leşkerî li ser sînorê di navbera Kilîs Ezazê de bicih kirin.  

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalcîn Akdogan, di hevdîtinekê de ligel telefizyona “Xeber” ragehand ku, Tirkiye dixwaze herêmeke ewle di xaka Sûriyê de bi kûrahiya 10 K.M ava bike, ku bajarê Ezazê tê de ye.

Ji aliyê xwe ve, çpemiya Tirkiyê ragehand ku, Tirkiye 15 hezar leşkerên xwe li bajarê Kilîsê ser sînorê bicih kiriye.

Her wiha îro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, civîneke awarte ya ewlehiyê li Enqerê tê kirin.

HSD û YPGê, ev çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kirine, di 11 vê mehê de firokxaneya Minigê ya leşkerî girt, herwiha bajrokê Til Rifat û Mariê ji destê Eniya el-Nusrayê derxist. Tirkiyê jî hişyariyê dide YPG ku ji sînorê wê nêzîk nebe.