NY û rejîma Sûriyê rêkeftin
K24- Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rejîma Sûriyê li ser derbaskirina alîkariyan bo navçeyên dorpêçêkirî rêkeftine.
Biryar e piştî çend demijêran karwanên alîkariyan bigihin çend navçeyên Şamê û Idlibê yên dorpêçkirî.
Ev pêngav piştî serdana Nûnerê NY yê Taybet bi Sûriyê, Staffan de Mistura bo Şamê û civîna ligel Wezîrê Derve, Welîd Muelim hat.
Li gor Heyva Sor a Sûrî, dê 100 otomobîl û barhilgirên alîkariyan bi vî awayî werin parvekirin: “20 otomobîl bo Kefreya û Fûha (parêzgeha Idlibê), 35 otomobîl bo Medaya û Zebedanî û 40 otomobîl bo Meidemiya Şam” ku ser bi paytexta Sûriyê ve ne.
Navçeyên li parêzgeha Idlibê yên Şîeyan in û di bin kontrola grûpên Islamî yên radîkal de ne, navçeyên li Şamê jî di bin dorpêça rejîmê de ne.
Bi gitşî jî, dê alîkarî derbasî van her 7 navçeyan bibin: Dêrezor (rojhilatê Sûriye), Fûha û Kefreya (bakurê-rojava) û Medaya û Zebedanî û Meidemiya Şamê û Kefir Betna li Şamê.
Karwana ku dê îro jî bigihe, ji alîkariyên xurakê û dermanan pêk tên.
Li gor amarên NY, niha 486 hezar û 700 kes li navçeyên di bin dorpêça rejîm û opozîsyona Sûriyê de dijîn, herwiha 4 milyon û 600 hezar kes jî li navçeyên ku “rêyên derbasbûna wan dijwar in” dijîn.