“Kujerê Elçî hat naskirin”

Parlamentera HDPê, dozgeriya Diyarnekirê tohmetbar dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Parlementera HDPê Huda Kaya ragihand ku, kujerê Tahir Elçî hatiye naskirin lê “dozger ji bo ku wî neke gumanbar li ber xwe dide.”

Huda Kaya eşkere kir ku desteyeke parêzeran li ser kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê, Tahir Elçî lêkolîn kirine û kujerê wî derxistine holê û wiha berdewam kir: “Piştir e jî ev belgeh dane dozgeriyê, lêbelê ji aliyê dozgeriyê ve bi danûstaneke weka ku bêjin ‘we çima dît, we çawa dît’ rûbirû mane.”

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê, Tahir Elçi di 28ê Mijdar 2015an de gava li pêşiya minareya çarling daxuyanî dida hatibû kuştin.

Herwiha Kaya anîz ziman ku “Ev kes wekî gumanbar nehate guhdarîkirin, ew wekî şahid gudarî kirin û şandin. Tenê dozger ji bo ku wî neke gumanbar li ber xwe dide. Îfada wî hate girtin û ji deriyekî din hate şandin.”