Di teqîna Enqereyê de 15 kes bûn qurbanî

Teqîn li nêzîk avahiya Parlamentoya Tirkiyê çêbûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/50cc1629-008e-4698-b065-96fcafec09f2/taqinawa3%20anqara.ism/manifest

K24- Enqere

Li paytexta Tirkiyê, Enqere, teqînekê karwaneke leşkerî kir armanc û 15 kes bûn qurbanî.

Peyamnêrê K24 ji cihê bûyerê diyar kir ku, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî de li nêzîk Fermandeya Hêzên Bejayî yên Tirkiyê de, teqînek çêbû.

Li gor çavkaniyên fermî yên Tirkiyê, tê pêşbînîkirin ku teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî be.

Peyamnêrê me diyar kir ku, ji encama teqînê 5 kesan canê xwe ji dest daye û 10 jî birîndarbûne.

Teqîn li nêzîk avahiya Parlamentoya Tirkiyê çêbûye.