"Tirkiyê 500 çekdarên xwe li bajarokê Izazê bicih kirin"

Berî niha Tirkiyê ragehandibû ku, ew nadin her yek ji Yekîneyên Parastina gel(YPG) û Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bajarokê Izazê kontirol bikin û derbasî Rojavayê çemê Firatê bibin

K24-Navenda Nûçeyan

bi armanca ku bajarokê Izazê nekeve dsetê Hêza Sûriyê ya Demokrat(HSD)de, Artêşa Tirkiyê 500 çekdarên xwe, bi rêya deriyê sînor Bab El-Selam ê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, derbasî Sûriyê kirin û li wî bajarokîbicih kir.

Derbarê derbasbûna Artêşa Tirkiyê de, Rewnageha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê tekez kir ku, Artêşa Tirkiyê daku rê li pêşiya pêşveçûnên Hêza Sûriyê ya Demkoratîk bigre û nehêle bajarokê Izazê ji aliyê hêza navborî ve were kontirolkirin 500 çekarên xwe bi rêya Deriyê sinor Bab El-Selam derbasî Sûriyê kirin û li bajarokê Izazê bicih kirin.

Rewangehê da zanîn ku heta niha tobarana navçeyên Kurdî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve berdewame.Tobarana Tirkiyê ji gelek aliyên Navdewletî ve hat şermezarkirin û daxwaz ji Tirkiyê kirin ku, êrîşên xwe li ser navçeyên Kurdî, rawestîne lê ev yeke ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ve hate redkirin.

Berî niha Tirkiyê ragehandibû ku, ew nadin her yek ji Yekîneyên Parastina gel(YPG) û Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bajarokê Izazê kontirol bikin û derbasî Rojavayê çemê Firatê bibin.