Li navçeya Sûra Diyarbekirê şer û alozî berdewam e

Di şer û pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de 2 serbazên Tirk canê xwe ji dest dan. Pevçûnên navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di roja 78emîn de berdewam bûn.

K24 - Diyarbekir

Di şer û pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de 2 serbazên Tirk canê xwe ji dest dan. Pevçûnên navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di roja 78emîn de berdewam bûn.

Li gorî çavkaniyên dewletê, heta niha li Sûrê 205 çekdarên nêzîkî PKKê canê xwe ji dest dane. Herwiha di 7 mehên dawî de li temamê Bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 leşker û polîsan jî canê xwe ji dest dane. Ji hêla din ve, parêzgeriya Diyarbekirê hejmarek rojnameger birin Kolana Gaziyê da ku pevçûnan ji nêzîk ve ragihînin.

Ambulansan mirî û birîndarên pevçûnên Sûrê veguhestin nexweşxaneyê. Ji aliyekê ve jî sewqiyata leşkerî bi tirimbêlên zirxpoş didome. Polîs, bi çek û êlekên pola di nava sûkê de dimeşin. Lê belê xelk ji vê rewşa aciz e. Welatiyek wiha dibêje: “Jiyana temamî ya gelê me bi aloziyan derbas dibe. Ti jiyan nemaye. 45 Hezar insanên Sûrê bêwar hiştine, xaniyên wan tev xira kirine, tev şewitandîne, xelk koçber bûye.”

Parêzgeriya Bajêr hejmareke rojnamegerên medyaya Kurdî, Tirkî û biyanî birin Kolana Gaziyê; lê destûr ne da ku rojnameger derbasî cihê bûyerê bibin û ji bo vê yekê got; divê Sererkaniya Tirkiyeyê destûrê bide. Li ber objektîfan hêzên ewlekariyê di têketina navçeyê de li ser xelkê lêgerînê dike. Hejmara xelkê li vê derdorê pir kêm bûye.

Kemalê Amedê, piraniya temenê xwe li vê derdorê borandiye û wiha derdê xwe tîne ziman: “Vî bajarê qedîm çi kiriye? Ka here nav, mizgeft û dêrên qedîm yên bi hezar salan xira dikin. Doh peymana wan hebû, 10 xal. Rûniştin, îro çawa çêbû û ew 10 made ji holê rabûn”

Ev sûka vala, beriya 3 mehan jî ji xelkê tijî bû. Lê belê, niha deriyên dikanan girtîne û tirimbêlên zirpoş yên polîsan bi lez derbas dibin û sûk di bin toza wan de dimîne. Dema ko Kolana Gazî bo xelkê sivîl were serbestkirin ew jî li ber dengên çekan û sewkiyata leşkerî çaya xwe vedixwin û hêvî dikin ku pevçûn bidawî bidin.