HSDê operasyona azadkirina Şedadiyê da destpêkirin

Şedadî dikeve başûrê Hesekê û çekdarên DAIŞê ji wê de êrîşên xwe dest pê dikin.

K24- Qamişlo

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi operasyona azadkirina devera Şedadî ji dest çekdarên DAIŞê ragihand.

Li gor ku di daxuyaniya HSDê de hatiye, çekdarên DAIŞê ji devera Şedadiyê ya stratejî êrîş dikin ser navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê.

Şedadî, ku pêgeha dawî ya DAIŞê ye li Kantona Cizîrê, cihê wê 60 kîlo metirî li başûrê Hesekê ye, ji havîna sala 2014an ve jî di dest wê rêxistina radîkal de ye.

HSDê ev operasyona xwe bi navê “Xezeba Zabûrê” binav kiriye, ji bo “tolhildana Kurdên Êzdî û pêkhateyên Xirîstiyan û Aşûrî.”

HSDê ku ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan pêk tê, ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, heta niha jî 2 operasyon kirine, operasyona yekem bo azadkirina başûrê Hesekê bû, ya duyem jî bo rizgarkirin rojavayê Kobanê bû, ku bi alîkariya firokeyên hevpeymaniya navdewletî her du operasyon serkeftî bûn.

Ev operasyona sêyem jî ya ji bo azadkirina Şedadiyê, dê bi hevahengî ligel hevpeymaniya navdewletî be û beşdariy hêzên Asayişa Rojava, Hêzên Bergiriya Xweswer, Hêzên Parastina Civakî.

Beriya ku DAIŞ têkeve Şedadiyê de, ew dever di bin destê Eniya el-Nusreyê de bû.