Opozîsyona Sûriyê jî li dijî alîkarîkirina YPGê derket

Opozîsyona Sûriyê nerazîbûna xwe ji piştgiriya ku Amerîka dide YPGê re, anî ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Opozîsyona Sûriyê nerazîbûna xwe ji piştgiriya ku Amerîka dide YPGê re, anî ziman.

Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel Nûnerê Amerîkayê yê taybet bo Sûriyê Michael Ratne civiya. 

Di civînê de, Hevpeymaniya Opozîsyonê nerazîbûna xwe ji alîkariya ku Amerîka pêşkeşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, anî ziman.

YPGê, çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kirine, ku firokxaneya Minigê ya leşkerî, bajrokê Til Rifat û Mariê ji Eniya el-Nusra (Baskê Qaidê li Sûriyê) girtine û gihêştine derdora Ezazê. 

Ji sala 2013an de, Herêma Efrînê ji sê aliyan ve, ji aliyê grûpên îslamî ve dorpêçkirî ye, hemû riyên çûnûhatinê û bazarganiyê jî hatine birîn. ev yek jî bûye sedema krîzeke mirovî li Efrînê. 

Rêxistinên mirovî û civaka sivîl, bi dehan nameyên bangawaziyê arasteyî rêxistinên ser bi Netewên Yekbûyî ve dikin, lê ti alîkarî bê xuyankirin negihêştine Efrînê.

Herî dawî jî, bi sedema pêşketinên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî li bakurê Helebê, dora 50 hezar derbider bi ser Efrînê de hatin, vê yekê jî bar li ser Efrîna dorpêçkirî, zêdetir kir.