Diyarbekir: Dibistana perwerdeya Kurdî hat girtin

Li navçeya Peyasê ya Diyarbekirê Dibistana Seretayî ya Ali Erel ku perwerdeya Kurdî dida bi hinceta "erkê dibistana seretayî ya Kurdî" dibîne hat girtin.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Peyasê ya Diyarbekirê Dibistana Seretayî ya Ali Erel ku perwerdeya Kurdî dida bi hinceta "erkê dibistana seretayî ya Kurdî" dibîne hat girtin. 

Li navçeya Peyasê ya Diyarbekirê Dibistana Seretayî ya Alî Erel ku di 5ê Cotmeha 2015an de hatibû vekirin û nêzîkê 60 xwendekarên wê hebûn ji aliyê parêzgariyê ve hat girtin. Rayedarên parêzgariyê bi hinceta "erkê dibistana seretayî ya Kurdî" dibîne mohr li deriyê dibistanê dan. 

Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, rêveberên KURDÎ-DER û rêveberên Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî bi daxuyaniyekê girtina dibistanê şermezar kirin. Taşçier li ber avahiya dibistanê daxwuyaniyek da û got, feraseta di 12ê Îlonê de nedihişt tu kes legel zarokên xwe bi Kurdî biaxifin niha jî dibistana ku zarok lê perwerdeya Kurdî dibînin girtin.

Mamosteyê dibistanê Rênas Yilmaz jî diyar kir ku dibistan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û ew ê li hember vê ferasetê têbikoşin. Rêveberê dibistanê Ali Ercan jî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê bi bîr xist û got ku girtina dibistanê jî bi vê rojê re girêdayî ye. Ercan da zanîn ku ew dê li hember girtina dibistanê serî li 2emîn Dadgeha Îdarî ya Diyarbekirê bidin.