Uca: Li Cizîrê 150 kes bi saxî hatin şewitandin

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Feleknes Uca ragihand ku artêşa Tirkiyê, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 150 kes bi saxî şewitandine.

K24 – Diyarbekir

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Feleknes Uca ragihand ku artêşa Tirkiyê, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 150 kes bi saxî şewitandine.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyarbekirê Feleknes Uca rewşa navçeya Cizîrê û kuştiyan ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got ku artêşa Tirkiyê, dema qedexeya derketina derve li Cizîrê di avahiyên cûda de 150 kes bi saxî şewitandine.

Uca wiha axifî: "Laşê mirovên ku hatibûn şewitandin serê hinekan hatibû jêkirin û hinek jî bi temamî şewitî bûn. Ne mimkun e ku otopsî jî were kirin."

Feleknas Uca da zanîn ku li Diyarbekirê jî her diçe rewş metirsîdartir dibe û got: "Li Diyarbekirê jî diçe rewş xirab dibe. Li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve gehişte roja 79emîn. Zêdeyî 200 kes di jêrzemînan de girtî mane û hêzên taybet ên Tirkiyê destûrê nadin ku ew ji wir werin derxistin."