De Mistura: Danûstandinên Cenêvê di dema xwe de birê nakeve

Nûnerê taybet ya NY dibêje, destpêkirina gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê ya Cenêvê di dema xwe de birê nakeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ya NY dibêje, destpêkirina gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê ya Cenêvê di dema xwe de birê nakeve.

Nûnerê taybet yê Sekreterê NY Steffan De Mistura ji rojnameyeke Swêdî re ragehand ku, ew nikare bo destpêkirina gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê di 25 vê mehê de vexwandinên beşdarîkirinê birê bike.

Danûstandinên Cenêv3, ya di navbera rêjîm û opzîsyona Sûriyê de, di 29ê meha borî de dest pê kirin, di 3 Sibatê hatin rawestandin û bo 25ê Sibatê hatin paşxistin. 

De Mistura got jî, 10 roj in din ji amadekirinê bi wan gerek in, heta dest bi gera duyemîn bibe. Lê De Mistura amaje kir, heger alîkarî gihêştin derverên dorpêçkirî û agirbest pêk hat, dê gera duyemîn serkeftî be.

Roja 12 Sibatê li kongreya Munchenê rêkeftina rawestandina operasyonan li Sûriyê hat ragehandin. Lê heta niha nehatiye cîbicîkirin.