Danûstandinên agirêbesta li Sûriyê dest pê dikin

Dê grûpa taybet bi wê pirsê îro lihev bicive.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Almanayayê ragihand ku, dê îro pirsa agirbesta li Sûriyê were gotûbêj kirin.

Li gor ku berdevkê Wezareta Derve ya Alamanyayê diyar kiriye, dê grûpa ku ji bo pirsa ragirtina şer li Sûriyê, li Cenêv li ser wê mijarê bicivin.

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, aliyên navdewletî li ser rawestandina şer li Sûriyê rêkeftin, lê heta niha ew rêkeftin nehatiye cîbicîkirin.

Li gor wî berpirsê Almanî, dê civîna îro bi serpereştiya Rûsya û Amerîkayê be.

Herewiha wî berpirsî pêşbînî kir ku, encamên baş ji civînê derkevin, ji bo ku şerê li Sûriyê sivik bibe.

Konferansa Munchenê naversatê vê mehê bû, li gor rêkeftinê jî, pêwîst e di nava heftiyekê de karê tundiyê û şer were rawestandin.