Sûr: Jina birîndar canê xwe ji dest da
K24- Diyarbekir
Li Sûra Diyarbekirê, jina ku bi Hawenan birîndar bibû, canê xwe ji dest da.
Ev 78 roj in ku navçeya Sûrê di bin êriş û dorpêça hêzên dewletê de ye û heta vê demê bi dehan welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
Li gor ajansa DÎHAyê, peyamnêrê wan ligel nêzî 200 kesî di jêrzemînan de asê man e peyam şandibû û ragihandibû ku gelek birîndar herwiha gelek jin, zarok û derguş li hemberî komkujiyek weke Cizîrê rû bi rû ne.
Jina bi navê Fatma Ateş a ku li Sûrê di encama êrîşa bi hewanan a hêzên dewletê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.
Piştî ku Fatma birîndar bibû, di jêrzemînê de asê mabû, leşkeran jî nedihiştin ku ambulans bigihin û wê rizgar bikin.
Lê piştî bi hewldanên parlementerên HDPê û parlementerên Sosyalîstên Parlementoya Ewrûpayê, ku serdana walîtiya Diyarbekirê kiribû, 6 kes ji nav pevçûnên Sûrê hatin derxistin.