"Bila Tirkiye pişta xwe bi NATOyê girê nede"

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn dibêje eger di navbera her du dewletan de şer derkeve NATO piştgiriya Tirkiyê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Krîza navbera Rûsya û Tirkiyê ligel pirsgirêka Suriyê rojeva sereke ya cîhanê ye. Li gor Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande dibe ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de şerek derkeve. Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn jî dibêje eger di navbera her du dewletan de şer derkeve NATO piştgiriya Tirkiyê nake.

Krîza navbera Tirkiye û Rûsyayê her diçe kurtir dibe.  Heta niha ji her du dewletan gelek caran daxuyaniyên dijî hev hatin dayîn. Herî dawî jî duh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan idia kir ku Rûsya li Suriyê ligel rejîmê piştgiriya Yêkineyên Parastina Gel (YPG) dike û bi operasyonên asimanî rê ji wan re vedike.

Erdogan got: "Rûsya li Sûriyê bi rejîm, YPG û PYDê re tevdigere. Ji wan re qadê vedike û li wir bicih dike. Hewl didin ku li başûrê welatê me korîdorekê çêbikin. Bêgûman em derfetê nadin wan. Sedema vê jî bûyerên li Azêzê ye. Dê topbaranên me berdewam bin. Em nahêlin li nêzikê sînorên me sazûmanên ne yasayî çêbibin."

Krîza her du dewletan di rojeva cîhanê de jî cihekî berfireh digre. Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande li Brûkselê ji Radyoya France Înterê re got ku dibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de şer derkeve, loma divê her du dewlet hêmin bin û ji  bo vê yekê jî divê zêdetirîn hewldan bên kirin.

Wezîrê Derva yê Lûksembûrgê Jean Asselborn jî hişyarî da Tirkiyê û da zanîn ku eger Tirkiye êrîşê Rusyayê bike NATO piştgiriya wan nake û wiha axifî: "Divê Tirkiye pişta xwe bi NATOyê ve girê nedê û Rûsyayê nekişîne nav provakasyonê." Asselborn got ku eger endamekî NATOyê rastî neheqiyê were û bi êrîşekî re rû bi rû bimîne wê demê dikare piştevanî bike.

Di 24ê Çiriya Paşîn ya sala 2015an de Tirkiyê bi hinceta qada wê ya asimanî hatiye binpêkirin balafireka şer a Rusyayê xist xwarê. Di encam de firokevanekî Rûsyayê canê xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê krîza Suriyê dijwartir bû û bandora wê hê jî didome.