Rêxistina Spark alîkariyan ji xwendekarên Rojava re Texan dike

Rêxistineke Holendî ji xwendekarekî Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dixwînin, 280 dolar Amerîkî terxan kir.

K24 – Hewlêr

Rêxistineke Holendî ji xwendekarekî Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dixwînin, 280 dolar Amerîkî terxan kir.

Rêxistina “Spark” ya Holendî ku taybet di warê xwendekarên zanîngehê yên ji Sûriyê penaber bûne, xebatê dike. ji  her xwendekarekî Rojavayê kurdistanê yên li nav zanîngehên Herêma kurdistanê dixwînin re  mehane 280 dolarên Amerîkî terxan kir,  îro jî xwendekaran xerciyên mehekê wergirtin.

Rêxistina Spark ku ji salên 90 ve li welatê Holendayê hatîye ragihandin, erkê wê jî barê xwendekarên zanîngehê yên ku ji ber şer penaber bûne, û ev 2 sal in, ji bo xwendekarên Sûriyê yên penaberî Tirkiye, Libnan û Urdnê bûne  kar dike.

Îsal jî ji bo xwendevanên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dimînin,  dest bi karê xwe kir.