Du teqînan bajarê Himsê hejand: 125 kuştî û birîndar

Berî niha û di 26ê meha borî de jî heman tax El-Zehra rastî du teqînan bû, di encama wan her du teqînan de jî 17e kesên sivîl cane xwe ji dest dan, di nav wan de 7 jin hebûn du xwîşkên hev bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Du teqîn li taxa El-Zehra ya bajarê Himsê ku piraniya wan Elewî ne û alîgirên rejîma Sûriyê ne hejand, di encam de 125 kuştî û birîndar ketin. Teqîn jî ji aliyê DAIŞê ve hatin kirin.

Derbarê teqîna îro de, ya li bajarê Himsê yê Sûriyê Rewnga Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Îro danê sibehê du teqînan taxa El-Zehra ya bajarê Himsê hejand, di encam de 25 kesan cane xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kesên din birîndarbûn, birîna gelek ji wan girane."

Rewangehê da zanîn ku, her du teqîn bi rêya du otombîlên bombekirî ji aliyêDAIŞê ve hatin encam dan.

Berî niha û di 26ê meha borî de jî heman tax El-Zehra rastî du teqînan bû, di encama wan her du teqînan de jî 17e kesên sivîl canê xwe ji dest dan, di nav wan de 7 jin hebûn du xwîşkên hev bûn.