Beşar Esed bi merc agirbestê radighîne

Serokê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esed ragihand ku amade ye agirbestê rabighîne û cîbicîh bike lê bi mercê "terorîst" sûdê ji wê agirbestê wernegirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esed ragihand ku amade ye agirbestê rabighîne û cîbicîh bike lê bi mercê "terorîst" sûdê ji wê agirbestê wernegirin.

Derbarê agirbestê de Serokê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esed got: "Em amade ne agirbestê rabighînin lê bi mercekî terrorist neyên paldan û sûdê ji vê agirbestê nebînin."

Li gor Reutersê, Beşar Esed wiha dibêje: "Em ji ragihandina agirbestê re amade ne, lê kar ne tenê bi ragihandina agirbestê ve girêdayî ye. Mijar bi wê yekê ve girêdayî ye ka di pratîkê de çi tê kirin, wek rêgirtin li terorîstan daku ji bo bihêzkirina pêgeha xwe fêdê ji agirbestê nebînin."

Esed tekez kir ku dive rê li dewleta Tirkiyê were girtin ji bo êdî "terorîstan" neşîne û di ware çek û teqemeniyan de jî alîkariya wan neke. Evna di demekê de ye ku opozîsyona Sûriyê bi agirbestê razî bûye lê mercê wê jî ew e bombebarankirina Rûsyayê bê rawestandin û dorpêçkirina navçeyan jî were rakirin.

Welên bi hêz hên cîhanê li Munchena Elmanyayê roja 12.02.2016an biryar dan ku di navbera aliyên nakok ên Sûriyê de agirbest were ragihandin, lê biryar nehat cîbicîhkirin û artêşa Sûriyê ji bi hevkariya firokeyên şer ên Rûsyayê li ser êrîşên xwe berdewam e.