taxa Şêx Meqsûd tê topbarankirin 6 kes hatin kuştin

Di encama topbarana li ser taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê, 6 kesên sivîl canên xwe jidest dan û 19 kesên din birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama topbarana li ser taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê, 6 kesên sivîl canên xwe jidest dan û 19 kesên din birîndar bûn.

Eniya el-Nusra û Ehara el-Şamê ve, Taxa Şêx Meqsûd bi topên giran topbaran dikin, di encamê de 6 kesên sivîl hatin kuştin ku di nava wan de 3 zarok û jinek hene, 19 kesên din jî birîndar bûn.

Ev topbaran tên di demekê de, Artêşa Tirkiyê ji 15 Sibatê ve, bajar û gundên Efrînê topbaran dike. Di êrîşa 18 vê mehê de jî 2 kesên sivîl canên xwe jidest dabûn û bi dehan jî kes birîndar bûn.

Taxa Şêx Meqsûd û Eşerfiyê 2 taxên Kurdan in li Helebê, ji Adara 2013an de, ji aliyê grûpên îslamî ve tên topbarankirin.