200 hezar penaber li benda başbûna keşûhewayên ne

Li gor NUHCR ji sala 2014 ve, heta niha yek milyon û 200 hezar penaber ji welatên cûda ber bi Ewropayê ve çûne, bi hezaran ji wan di deryayê de jî xeniqîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî asêkirina sînorên Yekîtiya Ewropayê li deryaya Êgeyê, di navbera Yonanistan û tirkiyê de,  200 hezar penaber çaverêya başkirina keşûhewayê dikin,  daku bi rêya Lîbyayê, ber bi Ewropayê ve biçin.

Derbarê vê mijarê de rojnameya "Welt am Sonntag "a Almanî di hejmara xwe ya îro de, belav kir, tê de wiha hat gotin: "Asêkirina sênorên Yekîtiya Ewropayê di deryaya Êge de di navbera Yonanistan û Tirkiyê dê penaberan neçar bike ku rêyên nû ji xwe re hibijêrin, daku biçin Ewropayê, di nav wan de jî rêya de jî, rêya herî metirsîda di navbera Lîbya Misrê de."

Rojnameyê da zanîn ku, 200 hezar penaber li Lîbyayê çaverêya başbûna keşûhewayê dikin daku ber bi Ewropayê ve biçin, aşkere kirk u piraniya wan ji Sûriyê ne.

Berî niha Şêwermenda Almanyayê Engela Merkel bi armanca rêgirî li pêşiya pêlên penaberan piştgiriya navçeye Tampon li Tirkiyê kir bû, lê ev yeke ji aliyê Amerîkayê hatibû redikirin û ragehandibûn ku, demê wê navçeyê ne guncawe.

Li gor NUHCR ji sala 2014 ve, heta niha yek milyon û 200 hezar penaber ji welatên cûda ber bi Ewropayê ve çûne, bi hezaran ji wan di deryayê de jî xeniqîne.