Eloş :DAIŞ dê Reqayê radestî rejîma Sûriyê bike

Biryare 25ê vê mehê gera duyemên a kongreya Cenêv 3 derbarê kirîza Sûriyê û proseya aştiya wî welatî dest pê bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Danûstandkarê şanda opozîsyona Sûriyê li gel rejîma wî welatî Mihmed Eloş ragehand ku, bi armanca rêgirî ji destewerdaneke bejayî li Sûriyê aliyê Tikriyê û Erbistana Siûdiyê ve, DAIŞê 25 gund li bakurê Helebê radestî rejîma Sûriyê kirin, dibe ku Reqayê jî redestî wê bike.

Derbarê radestkirina DAIŞê 25 gundên Heleb bo rejîma Sûriyê,  Danûstandkarê şanda Opozîsyona Sûriyê li gel rejîma wî welatî Mihmed Eloş ji rojnameya Şerq El-Ewsed re daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "DAIŞê piştî ku Tirkiyê Siûdiyê destewerdana bejayî ragehandin, 25 gundên parêzgeha Helebê radestî rejîma Sûriyê kir, tê çaverê kirin jî ku bajarê Reqayê jî radestî heman rejîmê bike, eve yeke dide zanîn ku hevahingî di nav bera her du aliyan de heye."

Ji aliyeke din ve, Desteya Bilind ya Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê îro, derbarê agirbesta li Sûriyê dicive, piştî lihevkirina  Amerîka û Rûsyayê li ser şert û mercên wê agirbestê, herwiha pirsa gehandina alîkariyên mirovî, berdana zîndaniyan û vekirina dorpêça li ser bajaran dê babetên din ên civîna desteyê be.

Biryare 25ê vê mehê gera duyemên a kongreya Cenêv 3 derbarê kirîza Sûriyê û proseya aştiya wî welatî dest pê bike.