Li navçeya Sûrê 200 kes di jêrzemînekê de asê mane

Parlementera HDPê Sîbel Yigitalp ragihand ku li Sûra Diyarbekirê di jêrzemîna malekê de kêmzêde 200 kes dorpêçkirî mane û hinek ji wan zarok in û hinek ji wan jî birîndar in.

K24 - Diyarbekir

Aloziyên li Bakurê Kurdistanê ranawestin. Li gorî agahiyên fermî, heta niha tenê li Diyarbekirê ji her du aliyên şerker 286 kesan canê xwe ji dest dane. Niha, li navçeyên Sûr, Cizîr û Hezexê qedexe û pevçûn berdewam e.

Li navçeyên Dêrik û Nisabînê qedexe nîn in lê alozi hene. Koçkirina xelkê, ji Dêrik û Nisêbînê berdewam e.Li 6 taxên navçeya Sûra Diyarbekirê ji 2ê meha Kanûna 2015an ve şer û pevçûn û qedexeya derketina kuçe û kolanan didome.

Li gorî agahiyên fermî, heta niha di pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyê û Çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de li Sûrê 67 endamên ewlekariya Tirkiyê û 219 xwepêşandaran canê xwe ji dest dane.  Di van her du rojên dawî de ji Sûrê dengên çek û teqînan qut nabe.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sîbel Yigitalp ragihand ku di jêrzemîna malekê de kêmzêde 200 kes dorpêçkirî mane û hinek ji wan zarok in û hinek ji wan jî birîndar in. HDP dixwaze rêya mirovî bê vekirin û xelkê sivîl ji jêrzermînê bêne derxistin.

Komeleya Mafnasên Mezopotamyayê (MHD) li ser navê birîndaran ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (AHÎM) xwest ku li Sûrê biryara tedbîra demkî bê standin. Ji hêla din ve peyamnêrê DÎHAyê Mazlum Dolan, beriya 3 rojan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû desteserkirin û hê jî binçav e.