"Di 10 salanên de hatûçûna Diyarbekirê 10 qat zêde bûye"

Yildirim rexne li PKKê jî kir û got, dewlet rê çê dike, ew xendekan dikolin û bi teqameniyan xera dikin û bi vê yekê xizmetguzariya gel tê asteng kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Gihandin û Karûbarê Deryayî yê Tirkiyê Bînalî Yildirim di serdana bakurê Kurdistanê de ragehand ku,  di nava 10 salan de hatûçûna Diyarbekirê 10 car zêde bûye.

Derbavê vî mijarê Wezîrê Gihandin û Karûbarê

Deryayî yê Tirkiyê Bînalî Yildirim di serdana bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, Di nava 10 salan de hatûçûna Diyarbekirê 10 car zêde bûye, diyarkir ku, diwarê karûbarên wezareta wan de li Diyarbekirê 28 proje hene.

Yıldirim, tevî ku,  Cigirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker re, Parlamenterên AK partî yên Diyarbekirê û li balefirgeha Diyarbekirê û rêya derdorê lêkolîn kirin û ji rayedaran agahî girtin.

Yildirim got, her çiqas şaredarî piştgirî nede jî ewê projeyên xwe berdewam bikin û ev rêya derdorê ku tê çêkirin 100 kîlometre dirêj e û li Tirkiyê duyemîn e.

Wezîrê Gihandinê da zanîn ku, di warê karûbarên wezareta wan de li Diyarbekirê 28 proje hene û di nava 10 salan de hatûçûna hewayî ya Diyarbekirê salan e ji 200 hezarê bilindî 2 mîlyon kesan bûye.

Yildirim rexne li PKKê jî kir û got, dewlet rê çê dike, ew xendekan dikolin û bi teqameniyan xera dikin û bi vê yekê xizmetguzariya gel tê asteng kirin.