Heysem Mena: HSD alaveke di dsetê Amerîkayê de

Mena aşkere kir ku, rêjeya çekdarên Kurd di nav HSD tenê ji sedî 50î ye

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Heysem Mena ragehand ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) alaveke di destê Amerîkayê de, bi alîkariya wî welatî pêşve diçin û serkeftina bi dest dixin.

Derbarê vê mijarê de Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Heysem Mena bo rojnameya Le Figaro daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Kurd bi alîkariya Amerîkayê pêşve diçe û serkeftinan bi dest dixe, pisporên Amerîkayê rpjane çekdarên me perwerde dikin,  Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)alaveke di destê wî welatî de."

Mena aşkere kir ku, rêjeya çekdarên Kurd di nav HSD tenê ji sedî 50î ye.Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji Kurd, Xiristyan û Erban pê tê, heta niha jî bi dehan navçe û gund ji destê DAIŞê rizgarkirine.