Buhayê bermîla petrolê gehişte 34 dolaran

Amerîka dê berhema xwe ji petrolê kêm bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Buhayê petrolê di bazarên cîhanê de bilind bûye, niha jî gehiştiye 34 dolaran.

Piştî ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê ragihand dê Amerîka berhema xwe ya petrolê di sala 2016an  2017an de kêm bike, buhayê petrolê li bazaran bilind bû.

Li gor datayên îro Duşemê, buhayê her bermîlek petrol ji sedî 3.2 bilind bûye û gehiştiye 34.6 dolaran.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê eşker kir jî ku, dê Amerîka berhema xwe ya sala 2016an bo 600 hezar bermîlî daxîne  û di sala 2017an de bo 200 hezar bermîlî di rojê de kêm bike.

Li gor pêşbîniyên aborînasan, dê di sala 2017an de bazara petrolê geş bibe.

Di destpêka sala 2016an de, buhayê her bermîlek petrol daketibû biniya 28 dolaran, vê yekê jî bandoreke xirab li ser welatên hinardekarên petrolê, di nav wan de Herêma Kurdistanê jî, kiriye.

Li gor amarên fermî, buhayê petrolê ji sala 2014an ve û heta niha, ji sedî 70 daketiye.