Bakurê Kurdistanê: 21 leşker hatin kuştin

YPSê diyar kir ku, wê çend çalakî li Hezex û Sûrê kirine.

K24- Navenda Nûçeyan

Di du rojên borî de, 21 leşker û polîs ji aliyê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ve li Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyeke Kordînasyona Giştî ya YPSê, ku ANFê weşandiye, di 2 rojên borî de şervanên YPSê li Sûrê û Şirnexê çalakî li dijî hêzê dewleta Tirk pêkanîne.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, li Sûrê 9 û li Hezexê jî 12 polîs û leşkerên Tirk ji aliyê YPSê ve hatine kuştin.

Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve derbarê wê hejmarê de nehatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, qedexeya ku li Şirnexê hatiye sepandin derbasî roja 8an dibe, êrîş jî bê navbir berdewam in.