“Teqandina boriya petrolê dijî serxwebûna Kurdistanê ye”

Siyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê jî derbarê teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistênê de nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku, mafê ti rêxistinan nîne rê li risqê Kurdan bigre.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ed90afc6-d5b3-4869-9af4-a351824b5ddf/Li%20diji%20teqnadina%20boriya%20nefte.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Siyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê jî derbarê teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistênê de nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku, mafê ti rêxistinan nîne rê li risqê Kurdan bigre. Herwiha siyasetmedar dibêjin, êrişên li dijî petrola Kurdan rasterast êrişên li dijî serxwebûna dewleta Kurdistanê ye.

Di 17ê vê mehê de, boriya petrola Kerkuk û Yumurtalikê di nava sînorên Rihayê de hate teqandin û şandina petrolê sekînî. Hat îdîakirin ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev êriş kiriye. Ev êriş di nav Kurdan de bû sedema nerazîbûnan. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, derbarê êrişê de dibêje, dibe ku rêxistinên îstîxbaratên dewletên ên naxwazin Kurd bibin yek ev êriş pêk anibin.

Parlemterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji Kurdistan24ê re got: “Xeta boriyê ya ku hatiye teqandin, dibe ji aliyê îstîxbaratên 4 dewletên ku Kurd lê hatine perçekirin ve jî hatibe kirin. Ew naxwazin ku Kurd bi awayeke tifaqkirî bi dinyayê re têkevin têkiliyê.”

Li gorî siyasetzanan, teqandina petrola Başûrê Kurdistanê, derbeyekê li aboriya xelkê Bakurê Kurdistanê jî dide. Nivîskar û Lêkolîner Seîd Veroj dibêje, hinek dewlet hene ku naxwazin nefta Kurdistanê bigihe bazara cîhanê û bi destên rêxistinan vê yekê sabote dikin.

Veroj, rexneyan li PKKê digire û wiha dibêje; “Yê ku îro wiha kiriye rasterast gefan li Başurê Kurdistanê jî dixwe. Yê ku ev kiriye PKK ye. Ew gef ne tenê li dijî risqê îro yê Başurê Kurdistanê ye; ev gef li ser paşeroj, serxwebûn, azadî û dewletbûna Başurê Kurdistanê ye jî.”

Asta bazirganiya di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de ji 6 milyar dolarî zêdetir e. Dihat çavêrêkirin ku asta salane derxînin 20 milyar dolar. Lê belê ji ber ku bihayê petrolê ketiye û şer û alozî li Başûr û Bakur derketiye bazirganiya di navbera herdu aliyan de jî ne wek berê ye. Xeta petrola Kerkuk û Ceyhanê 970 kîlometre dirêj e û ji du boriyan pêk tê.