Li Diyarbekirê leşkerek hat kuştin

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku di şer û pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de îro ligel hemû hewldanan leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.

K24 – Diyarbekir

Di pevçûnên îro yên li navçeya Sûra Diyarbekirê de leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da. Bi vî awayî di 3 mehên dawî de di pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de 68 serbazên Tirk canê xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de Serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku di şer û pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê de îro ligel hemû hewldanan leşkerekî wan canê xwe ji dest daye. 

Li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam in. Herwiha ev 7 roj e li Hezexa Şirnexê jî operasyon hene û welatî nikarin ji malên xwe derkevin.

Li aliyê din her doh Kordînasyona Giştî ya YPSê ragihandibû ku di 2 rojên borî de şervanên YPSê li Sûrê û Şirnexê çalakî li dijî hêzê dewleta Tirk pêkanîne û di encam de li Sûrê 9 û li Hezexê jî 12 polîs û leşkerên Tirk ji aliyê YPSê ve hatine kuştin.