KCK: Ti pêwendiya me bi teqandina boriya petrolê re nîne

Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Koma Civaka Kurdistanê (KCK) dibêje, ti pêwendiya wan bi teqîna boriya petrol Herêma Kurdistanê re nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Koma Civaka Kurdistanê (KCK) dibêje, ti pêwendiya wan bi teqîna boriya petrola Herêma Kurdistanê re nîne.

Berpirsê Pêwendiyê Derve yê KCKê Demhat Egîd ji medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re ragehand û got: “Teqîna boriya Herêma Kurdistanê li Rihayê, ti pêwendiya me pê tune ye, hêzên me tiştek bi vî rengî nekiriye. Nizanin kê ew teqîn kiriye.”

Di 17ê vê mehê de, boriya petrola Herêma Kurdistanê di nava xaka Tirkiyê de hate teqandin û şandina petrolê hat rawestandin. Hat ragihandin ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev êrîş kirine.

Egîd got jî: “Rêkeftina petrol û gaza suriştî pêwendiya wê bi berjewendiya neteweyî heye, heger ew pêwendî jî di berjewendiya neteweyî de be, ti pirsgirêka me bi kesekî re tune ye. Em keda gelê me li başûrê Kurdistanê nabirin.”

Egîd amaje kir û got: “hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji ber teqîna boriya petrolê pirsgirêkek darayî çê bûye, baş e çima berî teqîna wê boriyê mûçeya karmendan nedida.”

Herwiha Egîd got jî: “Heger rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ziyanê negihîne Kurdên Bakur, ew petrol jî keda welatiyên Başûrê Kurdistanê be, em xwe naxine nava wê şaşîtiyê.”

Egîd got: “Em dizanin ku dahatiya wê petrolê negihe welatiyan, tenê bo berjewendiyên xwe bikar tînin, ji ber wê em li dijî wî karî ne.”

Di beşeke din de, Egîd radigihîne ku, li Bakurê Kurdistanê şer heye, lê ta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwestek nedaye, di demekê de, pêwîst bû helwesta wê heba.”