YEyê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê nake
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirseke Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku, ew piştgirî li cudabûna Kurdan ne li Tirkiyê, ne li Iraqê û ne jî li Sûriyê nakin.
Berpirsa Pêwendiyên Derve ya YEyê, Federica Mogherini derbarê pirsa Kurd û daxwaza ragihandina dewleta serbixwe li Başûrê Kurdistanê de, bersivek nerênî da.
Federica Mogherini got: “Yekîtiya Ewropayê piştevaniyê li tu acendayeke cudaxwaziyê ya Kurdan nake.”
Derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê jî, Mogherini tekez kir ku, divê ew pirs bi rêya danûstandinên aştiyane were çareserkirin.