Zanayên Islamê: Referandûma serxwebûnê erkekî olî ye
K24- Hewlêr
Zanayên Ola Islamê li Herêma Kurdistanê, encamdana referandûma serxwebûnê wek erkekî olî û neteweyê didin zanîn.
Şandeyek ji leqa Soranê ya Yekîtiye Zanayên Olî û Rêveberiya Ewqaf a heman navçeyê, serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û di civînê de li gel Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cafer Êmînkî û fraksiyona PDKê çend daxwaz pêşkêş kirin.
Rêveberê Ewqaf ê Soranê, Weysî Seîd ji ajansa BasNewsê re ragihand ku, di civîna ligel Cafer Êmînkî de rewşa siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine, herwiha hatiye destnîşan kirin ku parastina mînbera mizgevtan û zanayên olî pîroze.
Weysî Seîd diyar kir; ‘’Li gor zanayên olî li gel krîza Kurdistanê, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê û diyar kirina pêşeroja peywendiyên Hewlêr û Bexda û karkirin ji bo geheştina serxwebûna Kurdistanê erkekî olî û netewî ye û ferze li ser hemû misilman û Kurdekî.’’