YPG pabendiya xwe bi agirbesta li Sûriyê ragehand

Biryare di 27ê vê mehê de agirbetsa li Sûriyê bikeve ware cîbecîkirinê de, rejîma Sûriyê û opozîsyona wê tekezî li ser pabendiya wê agirbestê kirine.

K24-Qamişlo

Berpirsê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Rêdûr Xelîl ragehand ku, ewê bi agrbesta li Sûriyê hatî ragehandin pabendbin.tekez kir ku, wan mafê berevaniya her êrîşekî jî heye.

Derbarê helwesta YPGê ji agirbeta li Sûriyê, Berpirsê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Rêdûr Xelîl ji Reutersê re daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Em giringiyê didin agirbetsa ku ji aliyê  Rûsya û Amerîkayê ve hatî ragehandin, herwiha em weke YPGê  pabendiyê jî pê dikin, lê mafê me heye ku, em bersiva her êrîşekî li ser me were kirin bidin û berevaniya xwe bikin."

Xelîl da zanîn ku, YPGê şrîkê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi Serokatiya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de ye, aşkere kir ku, eve çend heftiye ew şerê grûpên Islamî li bakurê rojavayê Helebê dikin.

Biryare di 27ê vê mehê de agirbetsa li Sûriyê bikeve ware cîbecîkirinê de, rejîma Sûriyê û opozîsyona wê tekezî li ser pabendiya wê agirbestê kirine.