Helwêsta HSDê li ser agirbesta li Sûriyê

Biryare di 27ê vê mehê de agirbetsa li Sûriyê bikeve ware cîbecîkirinê de, rejîma Sûriyê û opozîsyona wê tekezî li ser pabendiya wê agirbestê kirine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c00c07c0-e9c7-45d7-ba98-fa8c7e8f2414/agirbest-amude.ism/manifest

 

 

K214-Qamişlo

Dema cîbecîkirina agirbedta li Sûriyê nêzîk dibe, Hêzên Sûriyê ya Demoqratîk(HSH) tekez dike ku,  ew pabendî vê agirbestê nabe.

derbarê vê yekê de Berdevkê HSD Telal Silo ev yek tekez kir û wiha ji K24ê re got: "Rêkeftina ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatiye imzekirin HSD venagre ji ber ku em şerê DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê dikin."

Ji aliyê xwe hêzên bi ser Rêvebirya Xweser ve dibînin ku, rêjîma Sûriyê pabendî agirbestê nabe, ji ber ew agrbest weke danpêdanekê be ji hêzên çekdarî yên bi ser opozisyonê ve ku ne terorîstin, ji ber wê yekê jî ev agirbest tenê bi armanca dirêjkirna dema kirîza Sûriyê ye û ti çareseriyên siyasî pêşve nabe.

Derbarê vê mijarê de fermandariya Giştî ya Parastinê li kantona Cezîrê Rênas Roza ji K24ê wiha axifî:Heta niha ne diyare ku wî çareseriyeke siyasî çêbibe, destewerdanên Sûriyê pir zêdene, pêwîste ew dest yek bi yek werin birîn.

Agirbesta li Sûriyê ku di navbera Rûsiya û Amrîkayê de hatiye emze kirin, biryare di 27ê vê mehêde cîbecî bibe, çekdarên opozisyona Sûriyê ji alyê xwe ve li ser erê kirne, daxwaz ji rêjîma Sûriyêjî kirine ku ew jî vê rêkeftinê cîbecîbike.