Li Hezexa Şirnexê qedexeya derketina derve berdewam e

Li navçeyên Bakurê Kurdistanê operasyon û pevçûn berdewam dikin.

 

K24-Şirnex

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê qedexeya derketina derve berdewam dike. Li gundê Hespistê yê Hezexê jî di encama bombebaran helîkopterên artêşa Tirkiyê de 12 gerîlayên PKKê jiyana xwe jidest dan.

Li navçeya Hezexê eve 8 rojin qedexeya derketina derve heye. Li taxa Tûrgût Ozal û Taxa Nû ya navçeyê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Yekîneyên Parastina Sîvîl de, şer û pevçûnan rû dan. Ji serê sibê ve tang û helîkopterên artêşa Tirkiyê jî herdu taxan bombebaran dikin.

Ji aliyê din ve helîkopterên tîpa Kobra yê artêşa Tirkiyê li Geliyê Cehenemê ya gundê Hespêstê yekîneyek gerîlayên PKKê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 12 gerîlayan jiyana xwe jidest dan. Termê gerîlayan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. 

Li navçeyên Bakurê Kurdistanê operasyon û pevçûn berdewam dikin.