Rûsya derbarê YPGê de bersiva Erdogan dide

Serogan daxwaz kiribû ku, YPGê li derveyî agirbestê be.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku gotinên bila Kurd li derveyê agirbestê bimînin “abes e.”

Duh Serokomarê Tirkiyê daxwaz kiribû ku, agirêbesta dê li Sûriyê were ragihandin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) venegirin.

Derbarê vê mijarê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mihail Bogdanov di hevpeyvînekê de ligel ajanseke Rûsî anî ziman ku,  gotinên bila kurd (YPG û PYD) li derveyê agirbestê bimînin “abes e.”

Mihail Bogdanov axaftinên xwe berdewam kirin û got: “Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje bila hêzên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Sûriyeyê li derveyê peymana agirbestê werin hesibandin, ev daxwazeke abes e.”

Biryar e agirbest roja 27ê mehê li Sûriyê têkeve warê cîbicîkirinê de. Lê ew agirbest her yek ji DAIŞê û Eniya el-Nusreyê venagire.