KCD çalakiyekê bo Sûrê rêdixe

Ev 86 rojin ku operasyon û şer û alozî li Sûrê berdewam in.

K24- Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  ragihand ku, ew dê li Diyarbekirê çalakiyekê bo Sûrê saz bikin.

Ev 86 rojin ku Sûra Diyarbekirê di bin operasyon û dorpêçan de ye, jiyan jî li wir aloz bûye û bêhna mirin û barûdê her diçe dijwartir dibe.

Di vê derbarê de, Hevserokê KCDê, Hatip Dicle ragihand ku, ji bo ku mina li Cizîrê komkujî neyê kirin banga çalakiyê kir.

Dicle diyar kir ku, ew dê roja Şemiyê demjimêr 13.00an bi beşdariya hemû hevserokan li Parka Koşuyoluyê ya Diyarbekirê daxuyaniyê bidin û bang li gelê Diyarbekirê kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Herwiha Dicle got: “Diyarbekir dê nebe şahidê hovîtiyekî nû ya Cizîrê û em dê deng bidin Sûrê.”