Partî û saziyên Kurdan ji bo Sûrê banga alîkariyê kirin

Di civînê de Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle, ragihand ku dewlet û PKK li ser 10 xalên li Dolmabahçeyê li hev kiribûn lê belê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan maseya danûstandinan quliband û alozî heta îro hatin.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, ragihand ku ew naxwazin bibin şahidê komkujiyeke wek a li Cizîrê û dê roja 27ê Sibatê bi hevserokên partî, saziyan sivîl û xelkê re ber bi Sûrê ve bimeşin.  

Herwiha KCDê xwest ku her şev saet 7ê êvarê xelk bi çalakiyên dengderxistinê operasyonên li Bakurê Kurdisdtanê protesto bikin. Hevserok û nûnerên HDP, KCD, KJA û DBPê li avahiya KCDê doh (25.02.2016) derbarê aloziyên li navçeya Sûrê û rewşa Bakurê Kuristanê de civîneke çapemeniyê saz kirin.

Di civînê de Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle, ragihand ku dewlet û PKK li ser 10 xalên li Dolmabahçeyê li hev kiribûn lê belê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan maseya danûstandinan quliband û alozî heta îro hatin.

Ji hêla din ve partî û saziyên Kurdî xwestin ku xelkê sivîl yê ku di nava Sûrê de asê mane bi korîdora mirovî derkevin. Lê belê ji ber topbarankirinê ti kes nikare ji jêrzemînan derkeve. Herwiha doh dîsan di pevçûnên di navbera Şervanên YPSê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de serbazekî canê xwe ji dest da û 2 serbaz jî birîndar bûn.