Berf û barana zêde xaniyek di bin avê de hişt

Barîna baraneke zêde li Colemêrgê ev 3 roj in bi awayekî xurt berdewam e û bû sedema ku li gundê Gelilê malek di bin avê de bimîne.

Zekî Dara / K24 - Colemêrg

Barîna baraneke zêde li Colemêrgê ev 3 roj in bi awayekî xurt berdewam e û bû sedema ku li gundê Gelilê malek di bin avê de bimîne. Zerereke mezin gihîşt xaniyekî malbateke 7 kesî. Piştî hewlek dirêj ya tîmên pêveçûnê berê avê hat guherandin.

Gundê bi navê “Gelilê” 40 km dûrî navenda Colemêrgê ye. Bi hatina biharê re barana bihêz dest pê kir û befra li ser çiyayan  jî heliya. Bi baranê re bi awayekî bihêz ji cihên bilind herikî û kevir û berên li derdorê jî dan pêşiya xwe û bû sedema xitimandina pirekê. Di encam de xaniyê Malbata Berk di bin avê de ma.

Ava berfê xaniyê malbata Berk dorpêç kir. Malbata ku bi bobelata mezin hesiya, bilez tîmên pêveçûnê agahdar kirin. Tîmên ku yekser gihîştin cihê rûdanê di encama xebatek dirêj de berê avê guherandin û li ser pira xitimî xebat dan destpêkirin.

Xwediyê malê Ayhan Berk tiştên ku hatine serê wan ji Kurdistan24ê re vegot. Berk da zanîn ku rewşa wan a aborî nebaş e û herwiha alikarî ji rayedaran xwest: “Navê min Aydin Berk. Ev e gundê Gelilê ye. Giredayî muxtariya Ceylanê ye. Ev av her sal radibîtin bi ser gundê me re têt. Ava berfê ye. Baran tê ev ava hane boş dibe bi ser me re têt. Menfez hat girtin. Tejî xaniya me av bu, eşyayên me bûn av, nivînên me bûn av. Çi tişt bo me nemaye. Em ji rayedaran r alikariyê dixwazin.”

Piştî xebatên dirêj berê ava li gund, bi alikariya makîneyên kar hat veguhestin. Li Colemêrgê barîna barana bihêz berdewam e. Gundiyên Gelilê jî daxwaz dikin ku xaniyên biewletir bo wan bên çêkirin.