Cîgirê Konsulê Îranê: Em û Pêşmerge di yek çeperî de ne

Cîgirê Konsulê Îranê yê Hewlêrê Mûhsîn Bawefa, ragihand ku dê hilbijartinên Îranê bandoreke erênî li peywendiyên navbera wan û Herêma Kurdistanê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Cîgirê Konsulê Îranê yê Hewlêrê Mûhsîn Bawefa, ragihand ku dê hilbijartinên Îranê bandoreke erênî li peywendiyên navbera wan û Herêma Kurdistanê bikin.

Derbarê hilbijartinên Îranê de Mûhsîn Bawefa ji Kurdistan24ê re axifî û got: "Bêguman hilbijartinên Îranê dê bandoreke zêde li peywendiyên me yên ligel welatên cîran bike. 15 welatên cîranê Îranê hene, lê peywendiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê cuda ye."

Bawefa, cudahiya ji peywendiyên ligel welatên din jî wiha rave kir: "Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de gelek xalên hevbeş ên dîrokî, siyasî û kulturî hene, herwiha nêzîka 700 km sînorê me yê hevbeş heye."

Cîgirê Konsulê Îranê wiha axifî: "Peywendiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê bo dîrokê vedigere û herwiha bi hezaran sal berî niha, lê belê eger em bi hûrî berê xwe bidin serdema desthilatdariya Sedam Hûsên, Îran û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di yek çeperî de dijî Sedma Husên şer kirin, ni ha jî em herdu alî dijî terorîzmê di yek çeper û sengerî de ne."

Mûhsîn Bawefe bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Îranê jî û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Piştî 37 sal temenê Komara Îslamî ya Îranê ev yekem car e ku li Îranê her du hilbijartinên Civata Şûraya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî bi hev re birêve diçin, Îranê gelek qonaxên dijwar derbas kirine, lê qonaxa niha cuda ye û qonaxa piştî rêkeftina Îranê û welatên 5+1 e."

Li ser mijara redkirina hejmareke zêde ya berbijêran ji aliyê Şûraya Nîgehban ve, Bawefa got: "Li Îranê yasa serwer e, yasayeke me ya taybet bi hilbijartinê heye, ew kesên dibin berbijêr dive pîvanên berbijarbûnê li ber çav bigirin."

Li gor Bawefa, azadiyeke temam li Îranê heye û axaftina xwe wiha qedand: "Ne tenê reformxwaz û mihafezekar zêdeyî 30 grub û aliyên cuda beşdarî hilbujartinê bûne û berbijêrên wan hene, wate hemû gelên Îranê Kurd û Belûc jî dikarin li gor pîvanên yasayî yên Komara Îslamî ya Îranê beşdarî hilbijartinê bibin û nûnerên wan hebin."