HSD ji bilî bajarokê Şedadê 315 gundên din rizgar dike

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên wê kirbû, piştî sê rojan û di 19ê heman mehê de ew bajarok hate rizgarkirin

K24-Qamişlo

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ragehand ku, wan di şerê rizgarkirina bajaokê Şedadê de 315 gund jî rizgarkirina, tekez kir ku, 275 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Derbarê rêjeya nû de,  fermandariya Giştî ya Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di kongreyeke rojnamevanî de, daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "HSD di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê ji bilî rizgarkirina wî bajarokî karîn 315 gundî li wê navçeyê rizgar bike."

Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê û termê çekdarên yê ku, li pey hêlane, HSD da zanîn ku, di wî şewrî de 275 çekdarên rêxstina navborî hatin kuştin û 55 termê çekdarên xwe jî li pey xwe hêlan.

Di daxuyaniya HSD derbarê amarên nû yên ancamên şerê bajarokê Şedadê de hatiye ku, wan karîne 9 kesan êxsîr bik, herwihahejmara otombîlên ku hatine teqandin jî gehişte 33 otombîlan.

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên wê kirbû, piştî sê rojan û di 19ê heman mehê de ew bajarok hate rizgarkirin.