250 ten alîkarî li bajarokê Şedadê têne belav kirin

Welatiyên deverê hêvî dikin ku, jiyaneke normal mina berê bijîn, xwendevan jî vegerin dibistanên xwe
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9f6e8f70-3852-45cb-ab31-604a99be5bcd/Alikari%20Shedade.ism/manifest

K24-Şedadê

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi alîkariya rêxistina Lihewar Çûnê li Rojavayê Kurdistanê 200 ten ar û 50 ten Şekir bi ser welatiyên bajarokê Şedadê belav kir.

Derbarê belavkirina wan alîkariyan berpirsê rêxistina Lihewar Çûnê ji K24ê re wiha got: "Em dizanin ku, pêwîstiya xelkê bi gelek tiştan heye, lê niha me karî em medeya Ar, Şekir û ava vexwarinê belav bikin, ev demek bû ji ber dagîrkirina DAIŞê ji vê navçeyê re welatî ji pêdiviyên jiyana xwe mehrûm bûn."

Li gor welatiyên vê deverê DAIŞê ew ji her tiştî qutkirbûn, jiyana wan pir xirab û zehmt bû, ew dikuştin, her tişt qedexe bû, hetanî hatin û çûn jî qedexebû.

Derbarê vê mijarê de welatiyek bi nave Mihmed Ismaîl wiha ji K24ê re axifî: "DAIŞê em dorpêç kirbûn, ne av hebû, ne nan, me nedikarîbû herin bajêr yan herin Şamê, me digot belkî xwedê ferecê rêke."

Welatiyên deverê hêvî dikin ku, jiyaneke normal  mina berê bijîn,  xwendevan jî vegerin dibistanên xwe, herwiha tekez dikin ku, ev sê salên di bin kontirola DAIŞê de ji temenê xwe nabînin.