Agirbest biser nekeve, Sûriye dibe 3 parçe

Li gor çavkaniyên navneteweyî li ser egera serneketina agirbesta li Sûriyê dê pilana Şewirmendê Berê yê Serokê Emerîkayê Pihîlîp Gordon wek plana B a Emerîkayê were cîbicîh kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor çavkaniyên navneteweyî li ser egera serneketina agirbesta li Sûriyê dê pilana Şewirmendê Berê yê Serokê Emerîkayê Pihîlîp Gordon wek plana B a Emerîkayê were cîbicîh kirin. Li gor wê pilanê Sûriye dê bibe 3 perçe.

Li Sûriyê ji Adara 2011an ve şerekî navxweyî didome û ji bo çareserkirina vê krîzê li Mûnîhê bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yen Emerîkayê û Rûsyayê pengava yekemîn bi ragihandina agirbestê dest pê kir. Lêbelê agirbest ji bo rêxistinên wekî DAÎŞ û EL NUSRA derbas nabe.

Ger ev agirbest krîza Sûriyê çareser neke wê demê dê çi bibe? Bersiva vê pirsê Wezîrê Derva yê Emerîkayê John Kerry dabû û eşkere kiribû ku ger bi ragihandina agirbestê pêvajoya çareseriya siyasî dest pê neke, di hizra wan de planeke din jî heye. Li gor jêderên diplomatik plana Emerîkayê perçekirina Sûriyê ye û dixwaze di bin desthilatdariya xwe de Sûriyê bike 3 perçe.

Plana ku tê behskirin ji aliyê Şewirmendê Berê yê Serokê Emerîkayê Pihîlîp Gordon ve 2 sal berê hatiye amadekirin û navê wê jî bidawîanîna şer û bihêzkirina xwerêvebirinê ye. Pilana Gordon ji aliyê Koşka Spî ve hatiye pejirandin û wekî siyaseta sereke ya Emerîkayê jî tê zanîn. Hêjayê gotinê ye Rûsya û Îran jî bo vê planê piştevaniya xwe nîşan dane.

Li gor vê pilanê dê li bakurê Sûriyê dewleteka Kurdî were avakirin. Peravên Sûriyê, Hema, Humus, Heleb û Şam jî dê ji desthilatdariya Esed re bimîne. Di herêma sêyemîn de jî DAÎŞ bi çolên Sûriyê were dorpêçkirin. Hêjayê gotinê ye ku pilana Gordon tenê Suriyê parçe nake, herwiha pêwendiya Tirkiyê bi Ereban re jî dibire.

Pihîlîp Gordon ji sala 2009an heta 2015an kordînatorê pêwendiyên Emerîkayê yên bi Avrupa û Avrasya û Rojhilata Navîn re bû. Niha jî Endamê Konseya Wezareta Derva ya Emerîkayê ye.