Rûsya êrîşên esmanî li Sûriyê radiwestîne

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê, îro operesyonên esmanî li Sûriyê radiwestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê, îro operesyonên esmanî li Sûriyê radiwestîne.

Wezareta Bergîriyê Yê Rûsyayî de ragihand ku, ji ber biryara Encûmena Asayişa Navdewletî û agirbesta ku îro 27 Sibatê de ketiye warê cibicîkirinê, firokeyên Rûsyayê ti êrîşên esmanî li Sûriyê nake.

Berpirsê payebilind di Hêza Esmanî ya Rûsyayê de, General Sergey Rodiskoy ji rojnamevanan ragihand ku, Mosko lîsteyek ji 6 hezar û 111 çekdar û 74 deverên sivîlan ji Amerêkayê re diyar kiriye, ku nabe, ew werin êrîşkirin.

Rodskoy diyar kir, ji nava wan deverên destnîşankirî, li 34 deverên li parzgehên Hema û Humsê, êrîş hatine rawestandin. Herwiha tekez kir jî, ku agirbest DAIŞ û Eniya el-Nusrayê (Baskê Qaidê li Sûriyê) li xwe nagire.

Piştî ku agrbesta li Sûriyê şeva borî ve, kete warê cîbecîkirinê, li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku, rejîma Sûriyê her yek ji bajarokê Telbîsê yê ser bi parêzgeha Himsê û bajarê Derayê bombebaran kirin, bi wê yekê rejîmî ew agirbest binpê kir.

Rûsya ji 30 Îlona 2015an de, dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê kir.