Amerîka: Girtina Şedadê bi alîkariya me bû

Amerîka girtina Şedadê bi pêngaveke girîng bo têkşikandina DAIŞê dizane, dibêje ku şêwirmendên Amerîkî yên li nêzîkî Şedadê serperiştiya operesyonên kontrolkirina Şedadê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka girtina Şedadê bi pêngaveke girîng bo têkşikandina DAIŞê dizane, dibêje ku şêwirmendên Amerîkî yên li nêzîkî Şedadê serperiştiya operesyonên kontrolkirina Şedadê kirin.

Berdevkê Artêşa Emrîka kolonêl Christopher Garver ragihand, şêwirmendên leşkerî yên wan li nêzîkî bajarokê şedadê alîkariya Hêzên Sûriyeya Dîmokratîk (HSD) kirine ji bo kontrolkirina wî bajarokî.

Garver got diyar kir jî, kontrolkirina Şedadê gelek girîng e, ji ber ku çûnûhatina DAIŞê di navbera Iraq û Sûriyê de tê birîn,  û aşkere kir jî 80 êrşên asmanî pêk anîne û 280 çekdarên DAIŞê kuştine. 

fermandariya Giştî ya Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ragihandibû, HSD di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê ji bilî rizgarkirina wî bajarokî karîn 315 gundî li wê navçeyê rizgar bikin.

Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk (HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên wê kirbû, piştî sê rojan û di 19ê heman mehê de ew bajarok hate rizgarkirin.