Li Tirkiyê kartên nasnameya nû amade ne

Li Tirkiyê, kartên nasnameyê hatin guhertin. Kartên nû wek ‘kartên bi aqil‘ tên bi nav kirin. Hat ragihandin ku ev karta nû rê nade sextekariyê û bi awayê pir fonksiyonel hatiye çêkirin.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Tirkiyê,  kartên nasnameyê hatin guhertin. Kartên nû wek ‘kartên bi aqil‘ tên bi nav kirin. Hat ragihandin ku ev karta nû rê nade sextekariyê û bi awayê pir fonksiyonel hatiye çêkirin. Ev nasname ku bi welatiyekî re muafiyeta vîzeyê hebe dê li dewsa pasaportan jî bê bikar anîn.

Nasnameya nû bi gelek taybetmendiyên xwe bo belavkirinê amade ye. Li gor agahiyan, nasnameya nû wek karta bi aqil tê binav kirin û li gor yên berê piçûk hatiye çêkirin. Herwiha teqlîd û xerakirin jî di vê kartê de ne mimkûn e.

Hat ragihandin ku di nav kartê de, şopa kefa destan, tilî û demarê kesan wê hebe. Li ser kartê çîpek heye û bi saya vê çipê li gor cureya daneyê, agahî tê bi dest xistin. Ewlehiya agahiyên kartê bi riya taybetmendiyên elektronîk, kîmyewî û bi dîmen wê bê kirin. Di nasnameya nû de, bo agahiyan bi qasî 1GB depo jî heye.

Di çîpa bişîfreyê de, agahiyên nimreyên hesabê bankeyan, ehlîyet, mehanî û tenduristî wê were bi cih kirin. Karta nû bi yek renk û formatekê hatiyê çêkirin.Tevî van taybetmendiyan, teqlîda kartê ne mimkûn e.

Alikarî Serokwezîrê Tirkiyê Lütfi Elvan diyar kır ku wê 14ê Adarê li bajarê Kirikkaleyê kartên nû werin belav kirin. Li gor daneyan, nasnameyên nû dê di 3 salan de bi temamî werin belav kirin.

Ev nasname ku bi welatekî re muafiyeta vîzeyê hebe wê li dewsa pasaportan jî bê bikaranîn. Kart ji aliyê Saziya Lêgerîna Teknolojî û Zanistî a Tirkiyê ve hatiye amade kirin.