27 grûpên di nav HSDê de pêbendê agirbesta li Sûriyê dibin
K24-Navenda Nûçeyan
27 grûpên di nava Hêza Sûriyê ya Demokratîk pêbendiya xwe bi agrbesta li Sûriyê ku ji aliyê Amerîka û rûsyayê de hatî imzekirin, ragehandin.
Duh, 27 grûpên di nava Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kirin, tê de wan grûpan pêbendiya xwe ji agirbesta li Sûriyê ragehandin û tekez kirin ku, ji bilî navçeyên di bin destê DAIŞ û Cebhet El-Nûsrayê de.
Wan grûpena da zanîn ku, agirbest pêngaveke giring ber bi danûstandinên damokratiyê yên ku wê li welatên wan cîbecî bike.Berî niha heman Hêzê û li ser zarê Berdevkê Wê Telal Silo ragehandibûn ku, ew pêbendiyê bi agirbesta li sûriyê de nakin.
Di 27ê vê mehê de agirbesta ku di navbera her yek ji Amerîka û Rûsyayê de hatî imzekirin kete ware cîbecîkirinê.