Tirkiyê derbasbûna Kurdên Rojava bo Tirkiyê asteng dike

Deriyê sînor li bajarokê Dirbasiyê bi navê şehîd Xemgîn tê naskirin, tenha derîye fermî ye di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/41417b0d-d39f-45d8-b431-120085a63e2d/sinor-derbesiye.ism/manifest

K24-Dirbêsiyê

Tirkiyê bi rêya deriyên sînor yên fermî dinav bera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatinûçûna welatiyên ku nasnameya wî welatî wergirtine asteng dike.

Berî niha welatiyên Sûriyê yên ku nasnameya Tirkiyê wergirtibûn, bi sanahî di rêya deriyên sînor derbasî wî welatî dibûn, lê niha Tikriyê astengan li pêşiya derbasbûna wan derdixe û daxwaz dike ku ew sê rojan çaverêya wan bimînîn.

Derbarê vê mijarê de Rêveberê deriyê sînor yê bajarokê Dirbasiyê yê bi navê şehîd Xemgîn tê naskirin  Ebdulqadir Mistefa ji K24ê re wiha got: "Me ji aliyê xwe ve, ji berpirsên sînor pirsî ku, çima astengan derdixin,bersiva wan jî ev bû ku, ew biryara waliyê Mêrdînê ye û bo parastina ewlehiya Tirkiyê hatiye standin."

Welatiyên ku nasnameyên wan hene, kazinan dikin û daxwaz dikin ku rê li pêşiyan wan bi zûtirîn dem were vekirin daku derbasî Tirkiyê bibin, ji ber ku, ew nikarin sê rojan li bajarokê Dirbasiyê bimînin.

Deriyê sînor li bajarokê Dirbasiyê bi navê şehîd Xemgîn tê naskirin, tenha derîye fermî ye di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de.