30 polîs û serbazên Îraqê hatin kuştin li hêrişa Daişê ya evro bo ser Ebûxirêb.
K24- Hewlêr:
Li gor axivtinên çend berpirsên Îraqê ku bo BBC aixivtine li hêrişa Daişê ya evro bo ser bajêrokê Ebûxrêb li nêzîk Bexdayê, nêzîkî 30 serbaz û polîsên Îraqê hatin kuştin.
BBC ragehandye ku di hêrîşa evroya çekdarên Daişî bo ser binkeyeka supayê Îraqê li devera Ebxirêb 30serbaz û polis hatine kurştin.
Li gor jêderan Daişê evro li Ebûxirêb bi peqandina sê otombîlên bûmbrêjkirî dest bi hêrişa xwe kirîye û dûv re jî şer û pêkdadan di navbera çekdarên Daiş û hêzên asayîşên Îraqê çêbûye.
Hevdem ajansa Esoşeytid Pirês ji zar devê Seed Herbî fermandeyê hêrişê serbazî li rojava Bexdayê, ragehandîye: Rewş li jêr kontirolê ye û hêzên asayîşê hatûçûn li deverê qedexekirine.
Berê jî Yûsif Elebadî: di ragehandinekê Wezreta Hindûrîya îraqê de taybet bi malpera Kurdistan24 re ragehandibû: Komek ji çekdarên Daişê, evro sipêdeyê, hêrişkirine ser deverên Elebadî û Hîtawîn li bajêrokê Ebûxerîb, li nêzîk bajarê Bexdayê, lê hêzên asayîşî hevrûşên wan bûn û niha gelek nemaye şerr û pêkdadan di navbera herdû alîyan de bi dumahî bihê.
Elebadî got jî: Daiş bi hijmarejka çekdar û dû xwekûjan hêrişkirin ser van dû deveran ûdi şerr û pêkdadanan de li navbera wan û hêzên asayîşî, dû xwekûj hatin kuştin û çend çekdarên din jî ji Daiş kuştin, lê hêj zîyan bi hûrî nehatine zanîn.
Ev di demekê de ye li roja heynîya bûrî ve, sûpa û hêzên asayîşîyên Îraqê hêrişeka berfireh dest pêkirine bo vegirtina bajarokê Felûce li rojavaya Îraqê ku ji destpêka sala 2014 ve kevtîye di destên Daişê de û nêzîkî 40Km ji paytexta Îraqê dûre.
Hevdem bajarokê Ebûxerîb ku deverka ser bi Bexdaye û Sûnne nişîne, di destpêka serheldana Daişê li Îraqê heya niha armanca serekîya Daişê bûye daku bigehin firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê û berdewam hêrişên çekdar û xwekujê li wê deverê dihên encamdan.