Barzanî: Civaka navdewletî sozên xwe bicih neanîn

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kir ku, civaka navdewletî sozên xwe yên ku derbarê alîkarîkirina penaberan de dabûn, bicih neanîne.

Ev daxuyaniya Barzanî di dema pêşwazîkirina Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupayê li Iraqê, Patrick Simont û şandeya ligel de, hatiye.

Di hevdîtinê de, Patrik Simont tekez kir ku, pêwendiyên YEyê û Herêma Kurdistanê di astek taybet de ne, herwiha ew Kurdistanê bi dostekî xwe yê herî nêzîk didin zanîn.

Tevî pesindayîna rol û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şer li dijî terorê de, Simont tekez li ser berdewamiya berferehbûna pêwendiyên navbera YEyê û Hewlêrê de kir.

Ji aliyê din ve, Nûnerê YEyê li Iraqê eşkere kir ku, ew ji kîrza darayî ya li Herêma Kurdistanê têdigihin û amaje bi hewldanên pêkeşkirina alîkariyê bo derbasbûn ji wê kirîzê kir.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî balikşande ser qehremaniya Pêşmergeyan û serkeftinên ku li ser terorîstan romar kirine. Barzanî anî ziman jî ku, xerciyên şerê li dijî terorê û hatina penaberan û biryarên Bexdayê, krîzeke darayî ya dijwar li Herêma Kurdistanê peyda kirine.

Barzanî diyar kir jî ku civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê di warê alîkarîkirina Kurdistanê de di pirsa penaberan de, sozên xwe bicih neanîne.

Di beramber de jî, Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupayê li Iraqê tekez li wê yekê kir ku aramî û pêşketina Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewrupa gelek girînge û her dû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku li ser pirsên siyasî yên niha di peywendiyên berdewam de dibin.