Komara Çîk li ser alîkarîkirina Pêşmergeyan berdewam e

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Çîkê li Hewlêrê kir.

K24- Hewlêr

Komara Çîk dê li ser şandina alîkariyan bo Pêşmergeyan berdewam be, herwiha piştgiriya siyasî jî dide Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Konsula Giştî ya Çîk li Hewlêrê, Eva Drdakova kir.

Barzanî di hevdîtinê de, spasiya gel û hikûmeta Komara Çîk kir, li ser pişgirî û aliykariyên ku dide Pêşemrgeyan û Kurdistanê.

Herwiha hêvî xwest ku dostaniya di navbera Kurdistanê û Komara Çekê de berfirehtir û kûrtir be.

Di beramber de Eva Drdakova eşkere kir ku dê alîkariya welatê wê ya ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kusdistanê dewam bike.

Herwiha Drdakova, ji Serokê Herêma Kurdistanê re biryarên hikûmeta welatê xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî, dabînkirina alîkariyên Pêşmergeyan û di mijarên alîkariyên zanistî û teknîkî di warê gorên bi komel û tîpa edlî de jî agahdar kir.